Hat ragihandin ku li Ukraynayê di êrîşên artêşa Rûsyayê da 161 zarok hatin kuştin, 264 zarok jî birîndar bûn.
Serdozgeriya Ukraynayê daxuyand di êrîşên artêşa Rûsyayê da 869 saziyên perwerdeyê zirar dîtin ku ji van 83 tevahî hilweşiyan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji 24ê sibata ku êrîşê dest pê kir heta niha 161 zarok hatin kuştin, 264 zarok jî birîndar bûn.AA