Ukrayna: Ji destpêka dorpêçkirina Marîupolê vir va 5 hezar sivîl hatin kuştin

Boyçenko got beriya dorpêçiyê 140 hezar, piştî wê jî 150 hezar kesî terka bajêr kir û niha qasî 160 hezar kes li vir in.

Ukrayna: Ji destpêka dorpêçkirina Marîupolê vir va 5 hezar sivîl hatin kuştin

Şaredarê Marîupolê Vadîm Boyçenko daxuyand ji destpêka şerê Rûsyayê ya dijî Ukraynayê û dorpêçkirina Marîupolê vir va jê 210 zarok, tevahî 5 hezar sivîl hatin kuştin.

Boyçenko got beriya dorpêçiyê 140 hezar, piştî wê jî 150 hezar kesî terka bajêr kir û niha qasî 160 hezar kes li vir in.

Boyçenko daxuyand ji ber êrîşan ji sedî 90ê avahiyan zirar dîtiye, ji bilî vê di bomberanê da xisar gihîştiye 7 nexweşxane, 3 polîklînîk, 3 nexweşxaneyên welidandinê, 7 zanîngeh, 57 dibistan, 70 kreş, 2 fabrîqe û bendergekê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE