Şêwirmendê Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê Aleksey Arestovîç daxuyand li hemû eniyan Rûsya hat rawestandin.
Arestovîç der barê êrîşên Rûsyayê yên 25 roj e dijî Ukraynayê dike da got: "Li hemû eniyan Rûsya hat rawestandin. Hêza Ûris nema ku ew vê rewşê biguherîne. Pevçûn çêdibin, lê em pevçûneke baştir dikin."
Arestovîç anî ziman li Rûsyayê dijî eskeran zextek hatiye destpêkirin û di encama teftîşên Şaxa Ewlehiya Federal a Rûsyayê da tê dîtin ku hin fermandarên di artêşê da bi newêrekbûnê tên sûcdarkirin.
AA