Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko diyar kir ku wan ji bo kirîna wesaîtên esmanî yên bêmirov (ÎHA) yên bi tîpa Bayraktar TB2 bi Tirkiyeyê ra peyman îmze kirine.
Poroşenko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kir bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra ji bona kirîna ÎHAyan li hev kirine û wiha got: "Wekî ku me bi Serokomar Erdogan ra li hev kir, peyman hat îmzekirine ku ji bona artêşa Ukraynayê ÎHAyên bi tîpa Bayraktar TB2 bên kirîn."