Piştî hêlan û lehiya li Esmahanima gundê Akçakocaya navçeya Duzceyê çêlekek di binê axê da mabû û bi tenê serê wê li derva mabû, Ekîba Xilaskirina Medîkal û Neteweyê (UMKE) çêlek ji binê axê xilas kir.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên UMKEyê yên di navbera Esmahanim-Ugurlu-Melenagziya gundên Akçakocayê û Cumayeriya navçeyên Duzceyê xebatên xwe dimeşandin dengê çêelekekê bihîstin.
Ekîban guh dan dengê çêlekê û pêr bi deng çûn û dîtin ku çêlekek di binê axê da maye û bi tenê serê wê li derva ye.
Ekîban dest bi xebatan kirin, bi mer û teviran dora çêlekê vedan û çêlek xilas kirin.
Ekîban av dan çêlekê û derxistin herêma ewledar û ji bo bişînin Akçakocayê jî teslîmî ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanan kirin.
AA