Lijneya Dîsîplînê ya ÎYÎ Partiyê bi yekdengî biryar da ku Parlamenterê İstanbulê Umît Ozdag ji partiyê îxrac bibe.
Li gor daxuyaniya ku ji partiyê hat dayîn, rewşa Ozdag îro di civîna Lijneya Dîsîplîna Muşterek a ÎYÎ Partiyê da hat rojevê.
Lijneya Dîsîplînê ya Muşterek li gor hukmên rêziknameya partiyê bi yekdengî biryar da ku Ozdag ji endamtiya ÎYÎ Partiyê, ji Endamtiya Lijneya Avakaran teqez were derxistin.
- Pêvajoya dîsîplînê
Ji ber ku Ozdag di bernameyeke têlevîzyonê da îdia kiribû ku Serokê Bajarê İstanbulê yê ÎYÎ Partiyê Bugra Kavuncu "FETOcî" ye, Kavuncu derheqê wî da gilîdar bûbû.
Paşê teşkîlatên partiyê daxwazname dan navenda giştî ya partiyê ku gotinên Ozdag rast nînin û xwestibûn ku Ozdag ji partiyê were îxrackirin.
Seroka Giştî Meral Akşenerê jî daxwazên teşkîlatan nirxandibû û biryar dabû ku Ozdag sewqî Lijneya Dîsîplînê bibe. Lijneyê ser vê parastina Ozdag xwestibû û Ozdag parastina xwe wek nivîskî dabû partiyê.
AA