Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê li salonên sînemayan ên li Tirkiyeyê 2 jê xwemalî 10 fîlm wê têkevin vîzyonê...

Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

 Vê hefteyê li salonên sînemayan ên li Tirkiyeyê 2 jê xwemalî 10 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Rêzefîlma Plana Revê ku Sylvester Stallone serlehengiya wê dike, bi fîlma xwe ya sêyemîn va dikeve vîzyonê. 

Fîlm bi duruşmeya "Vêga Dema Tolhildanê ye" va dest pê dike. Digel Sylvester Stallone kesên wek Dave Bautista, 50 Cent, Jin Zhang, Lydia Hull tê da dileyîzin.

Derhêneriya fîlmê John Herzfeld kiriye. Tê da peyê xelaskirina dîlgirtiyan dikevin ku wan xelas bikin û rastî dijminên xwe werin. 

"Merivê Mirî"

Ev fîlm yek ji fîlmên klasîk ên Jim Jarmusch e,  William Blake dertê rêwîtiyekê û rastî Çermsorekî tê. Di fîlmê da qala serpêhatiyên William Blake tê kirin. 

Cureya fîlmê fantastîk dram e, Johnny Depp, Gary Farmer, Crispin Glover, Lance Henriksen, Michael Wincott, Eugene Byrd, John Hurt, Robert Mitchum, Gabriel Byrne, Jared Harris, Billy Bob Thornton ve Alfred Molina tê da dileyîzin.

"Şêlandina Amerîkan"

Barty Layton derhêneriya wê dike, qala diziyeke rastîn dike.

Senaryoya wê ji aliyê Bart Layton va hatiye nivîsandin, Evan Peters, Blake Jenner, Barry Keoghan, Jared Abrahamson, Eddie King, Karen Wheeling Reynolds û James Rackley tê da dileyîzin.

 "Avên Xedar"

Aktrîsa Îngiliz û model Kaya Scodelario serlehengiya fîlmê dike. Tê da qala çîroka jineke ciwan dike. Piştî bahoza li Florîdayê dixe, lehî radibe û jinik jî dixwaze bavê xwe ji lehiyê xelas bike, 

Alexandre Aja derhêneriya fîlmê dike û digel Kaya Scodelario kesên wek Barry Pepper, Ross Anderson, Anson Boon û George Somner tê da dileyîzin.

 "Evîna Hevalê Min"

Daniel Auteuil him derhênerî him serlehengiya fîlmê dike. Mijara fîlmê: Piştî çendîn salan zilamek rastî hevalê xwe tê û hevalê xwe vedixwîne şîvê. Hevalê wî bi xwe ra xoşewîsta xwe jî dibe şîvê û zilam çav berdide xoşewîsta hevalê xwe. 

 "Colette"

Amerîka, Îngiltere û Macaristanê bi hev ra ev fîlm çêkiriye. Tê da qala jiyana nivîskarê Fransî yê navdar Sidonie-Gabrielle Colette ku wek namzedê Xelata Nobelê dan nîşan, dike.

Derhêneriya fîlmê Wash Westmoreland dike û Keira Knightley, Fiona Shaw, Dominic West, Robert Pugh, Sloan Thompson, Arabella Weir û Mate Haumann tê da dileyîze.

 "Ceribandina Qiyametê"

Derhêneriya fîlmê Rec Revan dike û Aysel Yusubova, Parviz Ismayilov, Mubariz Samadov û Rahim Gojayev tê da dileyîzin. Azeriyan kişandiye. Tê da komeke çekdar hin mirovan digrin û li ser wan ceribandineke xedar dikin, ev meriv jî dixwazin ji van kesên çekdar xelas bibin.

 "Vegera Ser Hêlînê (Yuvaya Dönüş)"

M. Hakan Kurşun derhêneriya wê dike. Tê da qala evîna keç û xortekî ciwan tê kirin.

Cureya fîlmê dram e û kesên wek Burhan Ocal, Furkan Palali, Megumi Masaki, Ayten Uncuoglu û Soner Turker dileyîzin.

 "Newala Cinan: Musfer"

Îlker Tunçay derhêneriya fîlmê dike û Duran Gebeş, Gulçin Yildiz, Bora Altinişik, Sude Akarsu û Kenan Balik tê da dileyîzin. Cureya fîlmê tirs e û xwemalî ye.

 " Willyê Astronot: Gerstêrka Macerayê"

Eric Tosti derhêneriya fîlmê dike û cureya wê anîmasyon e.

Dîroka nûkirinê: 11 Tîrmeh 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE