Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Li Türkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Li Türkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Di fîlma "Eternals"ê da Angelina Jolie, Gemma Chan, Salma Hayek, Richard Madden û Kumail Nanjiani dileyîzin.

Chloe Zhaoyê ku bi fîlma xwe ya "Nomadland" va xelata "Derhênerê Herî Baş" stand, derhêneriya vê fîlmê dike. Di fîlmê da qala çîroka Eternalên ku di dîrokê da mirovahiyê diparêzin û seba pêşketina mirovahiyê piştgiriyê didin, tê kirin.

Chloe Zhao senaryoya fîlmê bi Patrick Burleigh, Ryan Firpo û Kaz Firpo ra nivîsiye û cureya fîlmê macera û aksiyon e.

"Parêzvan"

Liam Neeson, Jacob Perez, Katheryn Winnick, Teresa Ruiz û Alfredo Quiroz tê da dileyizin û Robert Lorenz derhêneriya wê kiriye.

Cureya fîlmê rageşî û aksiyon e û li ser jiyana xaziyekî Vietnamê yê teqawid disekine.

 "Tam Li Gor Te Me"

Di fîlma ku çêkirina Alman e da Maren Eggert, Dan Stevens, Sandra Hüller û Hans Löw dileyîze û derhêneriya wê Maria Schraderê kiriye.

Cureya fîlmê honandina zanistî û romantîk e. Tê da qala zanyar Almaya ku beşdarî ceribandinekê bûye û di çarçoveya ceribandinê da seba kêfa wê were sê hefteyan bi robotekî ku wekî merivan hatiye çêkirin ra wextê xwe derbas dike.

 "Çoka Ahed"

Derhêneriya fîlmê Nadav Lapid kiriye û Avshalom Pollak, Nur Fibak, Oded Azulay û Michal Benkovitz Sasu tê da dileyîzin.

Di fîlmê da qala welatiyekî Îsraîlê yê li Parîsê dijî û bi nasnameya xwe ra pirsgirêkên wî hene dikin. Ev kesa dixwaze ku fîlma çîroka welatiyekî Filistînê yê çalakvan bikişîne.

 "Cemîl Şow"

Derhêneriya fîlma "Cemîl Şow" Bariş Sarhan dike û di fîlmê da Ozan Çelîk, Nesrîn Cavadzade, Alîcan Yucesoy, Cezmî Baskin û Başar Alemdar dilîzin. Di fîlmê da wezîfedarekî ewlekariya navenda danûstandinê bi aktorekî Yêşîlçamê ra nasiya xwe dide hev û dixwaze bibe lîstikvan.

 "Zêde Ewk Neke"

Derhêneriya fîlma "Zêde Ewk Neke"yê Ahmet Kapucu dike û di fîlmê da Omur Ozdemîr, Hakan Merîçlîler, Firat Albayram, Ceyda Kasabali û Ayhan Taş dilîzin. Dîlm di cureya pêkenokê da hatiye kişandin.

Çîroka fîlmê ji jyana Omur Ozdemir hatiye hildan û di fîlmê da qla ciwanekî piştî eskeriyê bêkar maye û hewl dide karekî bibîne dikin.

 "Cuhenna"

Derhêneriya fîlma "Cuhenna"yê Gurbet Gurur Canturk û Rafet Ogeday Erdogan dikin û di fîlmê da Can Yavuz, Arîfhan Durmuş, Semîh Uyulgan û Şefîka Umît Tolun dilîzin.

Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin û fîlmê da qala Arîfhan û Canê li ser windabûna jin û mêrekî dixebitin dikin.

"Dema li Şeytîn Digeriyan"

Derhêneriya fîlma "Dema li Şeytîn Digeriyan" Faîk Ahmet Akinci dike û di fîlmê da Can Şallioglu, Metîn Yuksel, Kubra Kadi, Damla Nur Yilmaz û Doguş Arslan dilîzin. Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin û di fîlmê da komek di înternetê da gundekî dibîne û li ser vê diçe gund li şeytan bigere.

"Turu û Serpêhatiyên li Sîrkê"

Dehêneriya "Turu û Serpêhatiyên li Sîrkê" ya fîlma anîmasyonê Victor Monigote û Eduardo Gondell dikin. Di fîlmê da qala Turuya mirîşk a bi Isabela mamosteya wê ya muzîkê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE