"Vê rêxistinê herî zêde xwîna xwîşk û birayên min ên Kurd rijand, berdêla herî mezin xwîşk û birayên min ên Kurd da"

Serokomar Erdogan li Batmanê di Merasima Giştî ya Vekirina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê, 36 fabrîqe, stadyuma bajêr û pojeyên din ên ku çêkirina wan temam bûye da axivî.

"Vê rêxistinê herî zêde xwîna xwîşk û birayên min ên Kurd rijand, berdêla herî mezin xwîşk û birayên min ên Kurd da"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got "Rêxistina terorê her çiqas tu hinceteke wê nemabe jî dîsa jî dev ji tundiyê bernade, ev tevger jî nîşan dide ku tu eleqeya wê û însanên li ser vê axê dijîn nemaye."

Serokomar Erdogan li Batmanê di Merasima Giştî ya Vekirina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê, 36 fabrîqe, stadyuma bajêr û pojeyên din ên ku çêkirina wan temam bûye da axivî.

Erdogan got Rojava ji bo wan dibêje "şoreşeke bêdeng kir" û bi saya wan qedexeya axaftina kurdî, gotina stranên kurdî, xwendin û nivîsandin serbest bû, pirsgirêkên salan bi gavan va hatin çareserkirin.

Erdogan got wan desthilatiya rêxistinê ya li ser gelê vir têk bir û wiha axivî: "Him ji hêla demokrasiyê û him jî ji hêla binesaziyê va me 81 bajaran wek hev kir. Şahidên herî baş hûn in ku we dît me çi kir."

- "Berdêla herî mezin xwîşk û birayên min ên Kurd da"

Erdogan anî ziman Tirkiye çiqas mezin bû, yekîtiya gel pêk hat û biratî xurt bû hin kes jî ewqas zêde ji van geşedanan aciz bûn û wiha dewam kir: "Em dîsa jî di rêya xwe da meşiyan. Bi gaveke "Pêvajoya Çareseriyê" va me hewl da ku Tirkiye ji tesîra rêxistina terorê tevahî xelas bibe. Armanca me ew bû ku em vê mijarê êdî ji rojeva Tirkiyeyê derxin û hemû hêza û wextê xwe ji bo armancên xwe yên eslî xerc bikin. Me hemû rîsk dan ber çavên xwe, rexneyan qebûl kir û da destpêkirin. Lê ev pêvajoya me ya dilsoz ji ber ku rêxistina terorê çek û xwînrijandinê hilbijart bê encam ma. Daxuyaniyên serkirdeyên rêxistina terorê jî vê rastiyê nîşan didin. Rêvebirên rêxistina terorê dibêjin ji Ewropayê û derva zext li ser wan tê kirin ku ew çareseriyê qebûl nekin û pevçûnê dîsa bidin destpêkirin. Rêxistina terorê her çiqas tu hinceteke wê nemabe jî dîsa jî dev ji tundiyê bernade, ev tevger jî nîşan dide ku tu eleqeya wê û însanên li ser vê axê dijîn nemaye. Ev rêxistina ku kî pere dide tê bikaranîn û li gor daxwaza wan êrîşa dike herî zêde xwîna birayên min ên Kurd rijand, berdêla herî mezin xwîşk û birayên min ên kurd da."

Erdogan wiha axivî, "Ma di dînê min da cudahiyek di navbera Tirk, Kurd, Çerkez, Laz, Gurcî, Abazayan da heye? Lê dîn û îmana vê PKK û HDPyê tuneye. Divê em vê baş bizanibin. Em we tenê ji bo Xwedê hez dikin, em tu wextî cudahiyê naxwazin."

Serokomar Erdogan bal kişand, rêxistina terorê PKK ji ber ku nikare xwe li Tirkiyeyê bilivîne, vê carê berê xwe daye bakurê Iraqê û Sûriyeyê û wan dervan tevlihev dike û wiha dewam kir:

"Êdî dewra vê koma jirêderketî bi dawî dibe ku çavê wê reşeve hatiye û êrîşî rêveberiya meşrû ya li bakurê Iraqê dike. Bay Kemal derket, çi got? Heger were serî, dê Qendîlê tutela bike. Bay Kemal, ka ev milet vê dewletê radestî te dike? Ma ev dewlet mirov dikare radestî vê HDPyê, IYI Partiyê bike? Em yek in û em bi hevra Tirkiye ne. Înşelah ne di siberoja Tirkiyeyê da ne jî di ya herêmê da ciyê vê rêxistinê dê tunebe."

Erdogan ji teşkîlatên AK Partiyê nexasim ji jin û ciwanan ew soz wergirt ku dê di hilbijartina 2023yan da derî bi derî bigerin û xîret bikin. Erdogan bal kişand ku ew ê di hilbijartinê da bi ser kevin.

Erdogan diyar kir, mirov ji "neheqî, bêedaletî û zilmên li herêmê û dinyayê ra çiqas dibêje "One minute" hejmar û hecma dafikan jî ewqas zêde dibin û wiha dewam kir:

"Em çiqas rê li ber PKKyî, FETOyî, ajanên di dilqê mensûbê civaka sivîl an jî di dilqê dîlomatan da û her wiha mirovên wan ên di dirûvê siyasetmedaran da digirin, bêtir har dibin. Tu kê yî, 10 balyoz rabûne, dixwazin aqil bidin me. Mixabin hinekên di nava me da piştgiriya herî mezin didin van. Ez ji we dipirsim, gelo li vî welatî partiyeke bi navê CHPyê heye û polîtîkayên wê yên ku ji hêla rêveberên wê partiyê tên diyarkirin hene? Gelo li vî welatî partiyeke bi navê HDPyê heye û polîtîkayên wê yên ku ji hêla rêveberên wê partiyê tên diyarkirin hene? Gelo kîjan hêzê herdu partî anîne cem hev ku yek jê îmzeya wê li ser zilmên herî mezin heye ku li birayên me yên Kurdan hatiye kirin û ya din jî navê birayên me yên Kurd îstismar dike? Bersiva vê pirsê dê sedemên qewimînên 8 salên derbasbûyî jî derxe holê. Em vê bersivê dizanin, hûn jî dizanin. Jixwe yên ev senaryo nivîsîn û derxistin ser dikê, hewce nabînin ku veşêrin. Nexwe ya ku dikeve ser milê me jî ew e, çawa ku hezar sal e biratiya me didome, em ê biratiya xwe qewîntir bikin û vê lîstika qirêj têk bibin."

Serokomar Erdogan got, "Me welatê xwe û merivên xwe yên herêmê ji teselluta çekdar a PKKyê xelas kir, em ê înşeallah ji teselluta siyasî ya HDPya ku kûklaya vê rêxistinê ye jî xelas bikin. Em ê êdî baştir niyetên xayîn ên pişt perdeya defikên xwînî yên derdora xwe dibînin. Li Iraqê, di demeke nêz da li Efxanistanê, hê li Sûriyeyê şer û pevçûn hene. Em dizanin ku di hengameya şer ûpevçûnan da yekparetî û hêza dewleta me, yekîtî û feraseta miletê me çi qas. girîng e. Ev yek dubare dikeve bîra me."

Erdogan daxuyand ku bi alîkariya Xwedê, piştgiriya miletê me, diayên mezlûman Tirkiye wê îmtihana 2023yan jî bi serkeftî derbas bike, seba dostên xwe bibe pêbawer, tirsê têxe nava dilê dijminên xwe û wiha dewam kir, "Ji bo ku careke din li vî welatî xizanî çênebe, ev welat nekeve nav pencikên teror û zilmê, serê miletê me berjêr nebe, em ê dev ji yekîtî, bihevrabûn û biratiya xwe bernedin."

Erdogan daxuyand ku li gor baweriya wî Batman jî wê di vê têkoşîna pîroz da li sefên pêş be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE