Vagonên trênan ji bo mexdûrên erdhejê hat amadekirin

Ji bo mexdûrên erdhejê vagonên trênê nayên girtin...

Vagonên trênan ji bo mexdûrên erdhejê hat amadekirin

Ji bo mexdûrên erdheja Elazığê saziya rêhesinan jî xebatek kir. Vagonên trênan vekİrî dİmînİn û welatî dİçİn dİ nav vagonan de radİzên.

Piştî erdheja li Elezîzê li herêmê bi hezaran kon hatin vedan, li gelek cihan qadên kombûnê hatin avakirin.

Li herêmê hewa pir sar e û germahî dikeve binê sifirê deh pileyan.

Xaniyên welatiyan an hilweşiyan e an jî xisar lê ketiye. Ji ber vê newêrin biçin malên xwe.

Saziya Rêhesinan jî ji bo welatiyên mexdûr xebatek kir.

Vagonên trênan ji bo erdhejzedeyan êdî vekirî ne.

Hin kes li ser koltixan in, hin kes jî di kompartimanan de dimînin.

Li kêleka trênê ji bo mexdûrên erdhejê xwarin jî tên belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE