Veberhênanên li herêmê

Berê karker bûn niha karsaz in 

Veberhênanên li herêmê

3 welatiyên Batmanî beriya niha li stenbolê karkerên tekstîlê bûn. bi salan bi şûnde vegeriyan welatê xwe û bi piştgiriya dewletê atolyeyên tekstîlê vekirin. niha li fîrmayên li herêma pîşesaziya organîze ya batmanê bi saya wan 750 kes hatine îstihdamkirin. 

Berê karker bûn niha bûn karsaz

3 welatiyên Batmanî berê xwe dan welêt û li vir veberhênan kirin. 

Beriya niha li Stenbolê bi salan karkariya tekstîlê dikirin. 

Ew vegeriyan Batmanê û bi teşwîqên dewletê kargehên tekstîlê vekirin. 

Gelek welatî li van kargehan tên îstihdamkirin. 

Li van kargehên li herêma pîşesaziya organîze ya Batmanê 750 karker dixebitin. 

Delîl Akıncı dibêje ku divê mirov hewl bide, xîret bike. 

Ji bo vekirina kargehan teşwîqên dewletê û piştgiriya ÎŞ-KÛR'ê gelek kêrhatî ne. 

Bi saya veberhênanan, li welêt jî gelek kes dibin xwedî kar û bar. 

Ji bo pêşketinê bêguman hewl û xîret hewce ye. 

Yên ku van kar û baran dimeşînin, dixwazin ku karê xwe berfirehtir bikin û bêhtir welatiyan îstihdam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE