Li Mûşê, veberhênan dewam dikin. Li balafirgeha bajêr înşaeta apron û avahiya nû ya xizmetê qediya û fırînan dest pê kir. Waliyê Mûşê İlker Gündüzöz got; par 400 hezar kesî rêwîtî kır, hedefa me ya îsal jî mılyonek rêwî ye.
Li Balafirgeha Mûşê înşaata apronê û avahiya termînalê qediya û dest bi xizmetê kirin.
Waliyê Mûşê İlker Gündüzöz di daxuyaniya xwe de got balafirgeh ji bo pêşketina bajaran pir girîng in.
Waliyê Muşê İlker Gündüzöz wiha dewam kir: ”Îro li Balafirgeha Mûşê firînan dest pê kir. Par 400 hezar kesî balafirgeha me tercîh kir. Înşalla em ê îsal vê hejmarê derxin milyonek rêwiyî.”
Welatî jî ji bo ku avahiyeke modern hatiye çêkirin pir memnûn in.
Li herêmê dê xizmetên bi vî rengî dewam bikin.