Veberhênanên li navçeya Ömerliyê

Li navçeya Ömerliyê wê li ser 58 donim erdî sîteya pîşesaziyê bê çêkirin

Veberhênanên li navçeya Ömerliyê

Li navçeya Ömerliyê ya Mardînê xebatên ji bo çêkirina sîtyeya pîşesaziyê dest pê kirin. Walîtî û şaredariya mêrdînê bi hevkariya şaredariya Ömerliyê li ser 58 donim erdî sîteya pîşesaziyê çêdike.

Li Ömerliyê esnafên sanayiyê ev 10 sal in ji bo ku Sîteya Pîşesaziyê ava bikin dixebitîn.

Şaredariya Ömerliyê bi hevkariya Walîtî û Şaredariya Mêrdînê dest bi çêkirina sîteya pêşêsaziyê ya mezin kir.

Ev sîte li ser 58 donim erdî tê çêkirin.

Di sîteyê de wê 100 heb dikanên modern, park û cihên perwerdeyê bên çêkirin.

Sîte wê li ser riya Midyad û Ömerliyê bê çêkirin.

Bi saya vê jî wê navçe berfirehtir bibe û bi pêş keve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE