''Vegera ji S-400ê ne mumkin e''

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir ku vegera ji S-400ê ne mumkin e û wiha got, "Divê em li ser wê yekê bisekinin ku dema ev pergal hebe, em dikarin çareseriyeke çawa bibînin."

''Vegera ji S-400ê ne mumkin e''

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji bo parastina Tirkiyeyê, dabînkirina S-400 pergala parastina asîmanî û fuzeyî dewam dike.

Akar diyar kir ku fîloyeke S-400an hat ku fîloyek ji du bataryayan pêk tê.

Herwiha Akar bal kişand ku hatina du bataryayan bo Tirkiyeyê temam bû û qonaxa sazkirinê dewam dike û wiha pê da çû:

"Dema em dibêjin sazkirin, ne di warê ciyê wê da, herwiha ev dê bên sazkirin, test û şixulandina wan dê were kirin. Perwerdeya personelan dewam dike, tê pêşbînîkirin ku dawiya berfanbarê kuta be. Personelê me niha li Rûsyayê ne, ew ê werin in, beşa mamosteyên wan heye, dê perwerdeya îlawe bistînin. Ew mamoste îja dê rabin werin Tirkiyeyê û perwerdeya personelan dê dewam bikin û îhtimal ew e ku bihara 2020an ev sazkirin dê biçe serî û fealiyet dê dest pê bikin. Em xebatên di vê mijarê da didomînin.

Ji bo fîloyeke duyemîn jî hevalên me xebat û hevdîtinên xwe didomînin. Hin krîterê me hene. Wekî, transfera teknolojiyê, bi şêweyeke hevbeş çêkirina van, bi şêweyeke hevbeş îxrackirin van, pêşxistina teknolojiyê û modernîzasyon. Li aliyekî dabînkirina S-400ê, li aliyekî jî xebatên me yên çêkirina pergala neteweyî û xwemalî dewam dikin."

Akar herwiha bal kişand ku wekî endamekî NATOyê, peywendiya wan a ligel Amerîka û welatên din dewam dike û wiha got, "Em dubare tînin ziman ku Amerîka hevkarê me yê stratejîk e û divê li gorî vê yekê tevbigere. Êdî vagêra ji S-400ê ne mumkin e. Divê em li ser wê yekê bisekinin ku dema ev pergal hebe, em dikarin çareseriyeke çawa bibînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE