Vegera ji zozanan dest pê kir

Payîz hat, vegera ji zozanan dest pê kir

Vegera ji zozanan dest pê kir

Ber bi havînê li serhedê welatî ji bo heywandariyê derdikevin zozanan. di demsala zozanan de penêr, rûn, toraq û her cureyê xwarinên ji şîr tên çêkirin. malbatên ku van çêdikin pareke wan ji bo seranserê salê ji malbata xwe re vediqetînin, pareke din jî difroşin, pê debara xwe dikin. êdî payîz hat û vegera ji zozanan dest pê kir.

Li Serhedê heywandarî kar û barê sereke yê gundiyan e.

Welatî ji bo heywanên xwe baştir biçêrînin, ber bi havînê derdikevin zozanan. Jin û mêr, kal û pîr, zar û zêrç bi hevre berê xwe didin zozanên rengîn.

Nêzikî 3 mehan li zozanan dijîn; ji bo jiyana rojane çi ji wan re hewce bi xwe re dibin zozanan, wek lihêf û doşek, sobe û tûp, beroş û erebok, û her wekî din…

Bê hesp, dîk û mirîşk jî nabe jixwe…

Ev der zozanekî Arpaçaya navçeya Qersê ye.

Malbat mil bi mil, bi dil û can, hewl û xîret 3 mehan heywandarî dikin: ji şîr penêr, rûn, toraq û hemû cureyên xwarinên ji şîr digrin.

Qismekî wan ji bo malbata xwe vediqetînin, qismekî wan jî ji bo debara malbatê derdixin bazarê û difroşin.

Êdî payîz hat, hewa sar dibe, jiayana li zozanan zor û zehmet dibe.

Ji bo vê jî malbat kelûpelên xwe berhev dikin, berê xwe didin gundên xwe.

Di vegerê de jî dîmenên rengîn xuya dikin.

Doşek û lihêf berhev dibin û li wesaîdan tên barkirin.

Li aliyekê malbat kelûpelan berhev dike li aliyekî jî pitika malbatê ji dinyayê bê xeber di nav xewa şirîn de ye.

Ji bo stargeha wan ji ber berf û barana zivistanê zirar nebîne, li ser bi naylon tê girtin.

Herî dawî dor tê girtina dîk û mirîşk û qaz û golikan…

Her tişt hat berhevkirin û welatiyan berê xwe da gundê xwe…

Wê 9 meh bi şûnde dîsa werin…

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE