Şaredariya Esenyurta Stenbolê di sala 2018an de ji bo penaberên sûriyeyî bi navê “vegera bidil” projeyek dabû destpêkirin. di çarçoveya projeyê de heta niha 2 hezar û 700 sûriyeyî bi dilê xwe vegeriyan welatê xwe.
Li Tirkiyê ji bo vegera penaberên Sûriyeyê gelek xebat tên kirin.
Yek ji wan xebatan jî Şaredariya Esenyurta Stenbolê dimeşîne.
Şaredariyê di 2018an de bi navê “Vegera Bidil” projeyek da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de heta niha 2 hezar û 700 Sûriyeyî bi dilê xwe vegeriyan welatê xwe.
Qefleya herî dawî tevî kal, pîr, jin û zarokan ji 34 kesan pêk dihat.
Qefleya penaberan piştî gelek salan dîsa vegeriyan ser ax û ava xwe.
Tê gotin ku ji 2016an û vir ve bi xêra xebatan ji Türkiyeyê 500 hezar penaber vegeriyane welatê xwe.