Vegera Sûriyeyan a bi dil ya bo welatê xwe didome

Li herêmê bi xêra fealiyetên asayîkirina jiyanê va şertên îqtisadî yên deverê jî geştir dibin.

Vegera Sûriyeyan a bi dil ya bo welatê xwe didome

Vegera bo welatê xwe ya Sûriyeyên ku bi parastina berwext va li Türkiyeyê dimînin, didome.

Piştî ku Hêzên Çekdarên Türkiyeyê bi herekatên Metalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê va herêm ji terorê paqij kirin û bi kordînasyona AFAD û Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Parêzgehan va binesazî hat xurtkirin, veger ji bo Sûriyeyiyan bêtir cazib bû.

Li herêmê bi xêra fealiyetên asayîkirina jiyanê va şertên îqtisadî yên deverê jî geştir dibin.

Ji roja ku Herekata Mertalê Feratê hat kirin û vir va ji parêzgehên wekî Kilîs, Şanliurfa, Hatay û Gazîentabê hejmara Sûriyeyiyên ku bi dil vegeriyan welatê xwe ji 502 hezarî derbas bû.

Îro jî komeke din a Sûriyeyiyan ji bo ku vegerên herêmên ewlekariya wan hatiye edilandin, hatin deriyê sînor ê Akçakaleya Şanliurfayê û Oncupinara Kilîsê. Sûriyeyiyên ku miemeleyên xwe yên vegerê kuta kirin, ji deriyê sînor derbas bûn û vegeriyan welatê xwe.

Mihemed Haluf ku ji Kilîsê vegeriya Sûriyeyê,diyar kir ku 3 sal e ew li Türkiyeyê ye û di vê maweyê da ew di înşeatan da xebitî.

Haluf got ku ew ê êdî bigihîje malbata xwe û lewma jî ew pir kêfxweş e û wiha dewam kir, "Ez sipasiya gelê Tirk û Recep Tayyip Erdogan dikim. Gelê Tirk em qebûl kirin û bi artêşa xwe jî malên me ewle kirin."

Mihemed Eladîn ê ku xwe fêrî Tirkî kiriye jî got, di maweya ku ew li Türkiyeyê ma, wî li Bursayê şivantî kir.

Eladîn wiha axivî, "Me alavên xwe sitandin, em ê niha karê dirûna zeviyan bikin. Pey ra jî em ê cotkariyê bikin. Ez ê digel malbata xwe bixebitim. Wir berê ewle nebû, lê niha li cem me eskerên Tirk hene. Lewma niha wir ewle ye."

Hesen Eliyê ku ji Şanliurfayê bi dilê xwe vegeriya welatê xwe jî diyar kir ku ew 4 sal berê ji ber şer hat Türkiyeyê û wiha dewam kir:

"Di maweya ez li Türkiyeyê mam, ez ji Tirkan pir razî mam. Niha malbata min û eqrebayên min li Sûriyeyê ne û gazî min kirin. Li wir êdî dibistan û nexweşxane vebûne, êdî mîna berê nîne. Ez jî bi dilê xwe bêyî tu zextî vedigerim welatê xwe."

Ehmed Hesûn jî diyar kir ku ew ji ber şer revîn hatin Türkiyeyê û wiha got, "Piştî ku em hatin Türkiyeyê , em xebitîn û me jiyana xwe domand. Di vê maweyê da birayên me yên Tirk pir alîkariya me kirin. Êdî eqrebayên me diyar kirin ku li Sûriyeyê rewş aram e û me jî biryara vegerê da. Em sipasiya herkesî dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE