Vegera Sûriyeyiyan a bo herêmên ewle yên li welatê xwe didome

Sûriyeyiyên ku li parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê dijîn, ji bo vegerin welatê xwe, diçin Deriyê Sînor ê Cilvegozuyê yê li Reyhanliya navçeya Hatayê.

Vegera Sûriyeyiyan a bo herêmên ewle yên li welatê xwe didome

Deriyê Sînor ê Cilvegozuyê yê li Reyhanliya navçeya Hatayê ji ber vegera malbatên Sûriyeyî yên bo herêmên ewle yên li îdlib û Efrînê, qelebalix e.

Sûriyeyiyên ku li parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê dijîn, ji bo vegerin welatê xwe, diçin Deriyê Sînor ê Cilvegozuyê yê li Reyhanliya navçeya Hatayê.

Li vê derê piştî miemeleyên fermî û her wiha piştî ku alavên wan ji cihaza mobîl x-rayê hatin derbaskirin, malbatan li otobusan siwar dikin û bêucret wan dibin herêmên ewle.

Malbatên Sûriyeyî piştî ku digihîjin Deriyê Sînor Babulhewayê, wan dişînin herêmên ewle yên li Îdlibê û yên li Efrînê.

Diyar bû ku di nava rojekê da zêdeyî 150 malbat vegeriyan herêmên ewle yên Sûriyeyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE