Vegera xelkê ya ji bo Til Ebyadê dewam dike

Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da piştî ku navçeya Til Ebyadê ji terorê hat safîkirin, sivîlên ku mecbûr mabûn ji navendê û gundan derketibûn, vedigerin malên xwe.

Vegera xelkê ya ji bo Til Ebyadê dewam dike

Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da piştî ku navçeya Til Ebyadê ji terorê hat safîkirin, sivîlên ku mecbûr mabûn ji navendê û gundan derketibûn, vedigerin malên xwe.

Li Til Ebyadê jiyana rojane her roj normalîze dibe. 

Li gor dîmênên ku ji hêla nûçegihanên AAyê va hatin kişandin, firin, markêt, restoran û dikanên cil û pêlavan vekirîne. 

Li kolanên navçeyê jin û zarok jî di nav de gelek sivîl ji dikanan tiştan dikirin û difiroşin.

Ji hêla din va hat dîtin ku alayên YPG/PKKya rêxistina terorê ji gelek ciyan hatine paqijkirin. 

Sivîlên ku ji cî û warên xwe derketibûn, cardin vedigerin malên xwe. Sivîlên li ser kamyonan û vedigerin navçeyê gotin ew ji ber rizgarkirina Til Ebyadê gelekî kêfxweş in. 

"YPG/PKKyê cî û warên me kirin cehenem"

Ji sivîlan kesekî xelkê Til Ebyadê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "YPG/PKKyê cehemem nîşanî me da. Dema em dihatin navçeyê nedihêlan em bi wesayîtên xwe bikevin navçeyê. Di her hatin û çûyîna me da ji me pere distandin."

Rewşa Til Ebyadê

Navçeya ku piraniya şêniyên wê Ereb in û li ser Reqayê ye di Hezîrana sala 2014an da ji hêla DEAŞê va hatibû dagirkirin.

YPG/PKKya ku dagirkirina DEAŞê ji xwe ra wek fersend dît çav kuta Til Ebyadê û bi piştevaniya hewayî ya Amerîkayê va navçe hilda bin kontrola xwe. 

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE