Li Heskîfa Êlihê veguhastina berhemên dîrokî dewam dike. Berhama herî giran a mizgefta Eyyûbiya dîrokî kirin 8 perçe û wê bi wî şiklî bê birin. Tê çaverêkirin ku mizgeft di nav 15 rojan de ji bo cihê nû bê veguhastın.
Ji bo bendava Ilisûyê xebat dewam dikin.
Li Heskîfa Êlihê berhemên dîrokî ji bo ku di bin bendava Ilisûyê de nemînin yek bi yek tên veguhastin.
Îcar jî dor hat Mizgefta Eyyûbiyê.
Dîroka teqez a avakirina Mizgefta Eyyûbiyê nayê zanîn.
Tê texmînkirin ku plan û bezemeya mizgeftê di destpêka sedsala 15emîn de hatiyê çêkirin.
Mizgefta dîrokî bi giraniya 4 hezar û 715 tonî berhema herî giran e.
Ji ber vê yekê jî wê mizgeftê bikin 8 perçeyan û bi wesaîda pergala moduler veguhezînin.
Ewilî derî û diwarên baxêçeyê mizgeftê hatin birin.
Her wiha tê çaverêkirin ku xebatên veguhastinê di nav 15 rojan de biqedin.
Berhemên din jî dê yek bi yek bên birin.