Veguherîna Bajêr: ji bo veguherînê 8 û nîv milyar lire hatiye veqetandin

Bi hezaran xanî û avahiyên ji erdheja 1999an mabûn hatin xirakirin...

Veguherîna Bajêr: ji bo veguherînê 8 û nîv milyar lire hatiye veqetandin

Kengî erdhejek biqewime em li serê dipeyivin, lê hewce ye her tim di bîra me de be. Ji ber xanî û avahiyên nesaxlem, bi hezaran însanî jiyana xwe ji dest da. Ji bo cardin ev neyê serê me, divê em tevdîrên xwe bigirin. Veguherîna bajêr a ku piştî erdheja 1999an dest pê kir, niha di çi astê de ye? 

Di zelzeleya 17ê Tebaxê de, di nava çend saniyeyan bi sedan xanî xira bûn…

Bi hezaran insanên ku di bin xaniyan de man, mirin.

Him binesaziya bajêr him jî ekonomiya welêt zirareke mezin dît.

Ji bo cardin bi vî awayî zirar çênebe lazim e tevdîr tên girtin.

Çimkî coxrafyaya Tirkiyê ji bo erdhejê musayîd e.

Mamosteyê Beşa Jeolojiyê ya Zanîngeha Dicleyê Şefik İmamoğlu :Ji Beşa Jeolojiyê ya Zanîngeha Dicleyê Şefik İmamoğlu dibêje; erdhejên bi vî awayî dê her tim çêbibin lê em dema wê nizanin.

Talûkeya herî mezin jî li Stenbolê ye. Çimkî nifusa wir hema bêje 20 milyon e.

Xanî û avahiyên qels ji nû ve tên çêkirin.

Di vê çarçoveyê de xebatên veguherîna bajêr, piştî erdheja 17ê Tebaxê hatibûn destpêkirin.

Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê, ji roja ku xebatên veguherînê daye destpêkirin û heta niha, 500 hezar xanî û avahî nûjên kir.

Hêj 6 milyon û 700 hezar xanî hene ku divê ji nû ve bên çêkirin.

ji Beşa Endezyariyê ya Zanîngeha Dicleyê Doç.Dr İdris Bedirhanoğlu dibêje; divê her xanî li gor erdnigariya xwe were çêkirin.

Heta niha ji bo veguherîna bajêr 8 û nîv milyar lireyê hatiye veqetandin.

Şaredara Avcilarê Dr. Handan Toprak Benli: Niha di destê me de xaniyên kevn û qels ên ku beriya sala 2000’an hatine çêkirin hene. Lê ne li gor erdhejê hatine avakirin. Ev xanî jî di bin talukeyê de ne. Di erdhejeke mezin a Stenbolê de, an dê zirarê bibînin an jî dê bên xwarê.”

Di zelzelê de Avcilara Stenbolê zirareke mezin dîtibû. Şaredara Avcilarê Dr. Handan Toprak Benli, balê dikşîne ser talûkeya li ser hemû Stenbolê.

“ Heke xaniyekî di talûkeyê de be, ewilî biryara xirakirine tê dayîn. Pişt re dikeve nav sîstema veguherîna bajêr. Em xaniyên ku ji erdhejê zirar dîtine diyar dikin. Dû re jî xira dikin.”

Bi vêguherîna bajêr zirar û ziyana erdhejê dê were kêmkirin.

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE