Vekişîna emerîkayê ya ji Sûriyê

Çavuşoğlu: Ji bo şopandina pêvajoya vekişînê, yekîneyek hat avakirin...

Vekişîna emerîkayê ya ji Sûriyê

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu li Washîngtonê axivî. Wezîr Çavuşoğlu got; “ji bo şopandina vekişîna Emerîkayê ya ji sûriyê yekîneyek hat avakirin.” Çavuşoğlu diyar kir ku rêxistina terorî ypg ji minbicê hêj bi temamî derneketiye. Çavuşoglî got; hin dewlet ji bo mutabaqata îdlibê bin pê bikin pere didin komên radîkal.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu ji bo civîna Wezîrên Karên Derve yên li Dijî DEAŞ’ê li Washîngtonê bû.

Çavuşoğlu ji bo çapemeniyê axivî.

Diyar kir ku ji bo şopandina vekişîna Emerîkayê ya ji Sûriyê yekîneyek hatiye avakirin.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: ”Ji bo şopandina vekişîna Emerîkayê ya ji Sûriyê hêzek hat wezîfedarkirin. Min bi xwe ev yek pêşniyazî Pompeo kiribû. Hêza ku hat avakirin, dê bi tenê pêvajoya vekişînê bişopîne. Û ew ê pir caran jî li hev bicivin û pêşniyazan binirxînin. Ji bo ku pêvajo bêpirsgirêk safî bibe, me çareseriyeke bi vî rengî dît.”

Çavuşoğlu nîqaşên li ser avakirina herêma ewle jî nirxandin û got; heke herêma tampon ji bo parastina terorîstan be em naxwazin.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: ”Daxwaza me gelek zelal û aşkere ye. li aliyê din ê sînorê me terorîst hene û ji bo me talûke ne. Wekî Efrînê divê ev terorîst ji vê herêmê jî bên paqijkirin. Heke herêma ewle ji bo parastina rêxistina terorî be, em vê naxwazin.”

Wezîrê Karên Derve li ser plana Minbicê jî axivî û got di vê meseleyê de fikrên Emerîkayê tevlihev in.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: ”Terorîstên YPGê hêj li Minbicê ne. Bi gotineke din YPG hêj ji Minbicê derneketiye. Divê ji herêmên din jî ji Rojhilatê Firatê jî derkevin. Niha serê Emerîkayê tevlihev bûye. An bi qest an jî bêhemdî YPGê û Kurdên din wek hev dibînin.”

Çavuşoğlu bertek nîşanî dewletên ku piştgiriyê didin rêxistina terorî PKK/YPG’ê da. Got hin dewlet ji bo li dijî mutabaqata Îdlibê tevbigerin pere didin komên radîkal ên li herêmê.

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE