Venêrîna tevdîrên Kovîd-19ê: der barê 3 hezar û 445 kesan da karûbarê îdarî

Ji ber binpêkirina tevdîrên Kovîd-19ê li Gaziantepê 3 hezar û 445 kesan ceza xwar

Venêrîna tevdîrên Kovîd-19ê: der barê 3 hezar û 445 kesan da karûbarê îdarî

Di çarçoveya tevdîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Gaziantepê duh ji ber binpêkirina jihevdûriya civakî û maskeyê der barê 3 hezar û 445 kesan da karûbarê îdarî hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr kontrolên tevdîrên Kovîd-19ê didomin.

Di encama kontrolên duh hatin kirin da ji ber binpêkirina jihevdûriya civakî û maskeyê ceza li 3 hezar û 445 kesan hat birîn.

Ekîb ji xeynî vê, di kontrolên xwe yên li 1363 kargehan da rastî tu rewşeke neyînî nehatin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE