Verastkirina ji bo medyaya civakî

Meclisê ji bo cezakirina heqaret û êrîşên li ser medyaya civakî dest bi xebatekê kir. Li gorî vê xebatê divê hemû şîrketên medyaya civakî li Turkiyeyê nûnertiyan vekin.

Verastkirina ji bo medyaya civakî

Meclisê ji bo cezakirina heqaret û êrîşên li ser medyaya civakî dest bi xebatekê kir. Li gorî vê xebatê divê hemû şîrketên medyaya civakî li Turkiyeyê nûnertiyan vekin. Bi vî awayî muxatab jî wê diyar bin.

Serok Erdoğan talîmat da.

Li ser vê her kes li benda xebatên Meclisê ye.

AK Parti, ji bo cezakirina êrîşên li ser medyaya civakî li ser qanûnekê amadehiyê dike.

Di çarçoveya vê qanûnê de divê şîrketên wek Facebook, Twitter û İnstagramê li Tirkiyê şaxên xwe vekin.”

Bi vî awayî şopandin û mudaxeleya li dijî peyamên derqanûnî jî wê gelek hêsan bibe

Bi saya vê verastkirina qanûnî, şîrketên ku li gorî biryara mehkemeyan hereket nekin wê bên astengkirin.

Her wiha wê cizayê pereyan jî bê dayîn.

Hiqûqnasên AK Partiyê ji bo avakirina bingeha heyama nû li ser sepandinên li Ewropayê lêkolînê dikin.

Li Elmanyayê dema peyameke derqanûnî tê weşandin divê şîrketa medyayê wê peyamê di nav 24 saetan de ji weşanê rake.

Ger wisa neke wê 50 milyon Awro ciza bigire.

Di vî warî de Fransa jî wek Elmanyayê hereket dike û ciza dide şîrketan.

Di verastkirinê de agahiyên şexsî ên welatiyan jî tên parastin.

Li gorî wê agahiyên welatiyan wê li Turkiyeyê bên muhafezekirin.

MHP’ê jî ji bo cezakirina kesên ku li ser medyaya civakî heqaret û gefan dixwin pêşnûmayek dabû.

MHP di pêşnûmaya xwe de dixwaze ku hesabên li sernavê sexte hatine vekirin bên astengkirin û qedexekirin.

MHP’ê di Pêşnûmaya xwe de xwestibû ku her kes bi nimreya nasnameya xwe bikeve medyaya civakî.

Lê tê gotin ku AK Partî li vê daxwazê baş nanêre.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE