Verastkirina mesaiya biqedeme ya li Îstanbulê

Yerlîkaya got ku "Ji bo hemû xebatên me armaceke me tenê heye ew jî di wextên qerebalixiyê da, hemşeriyên xwe li rawestgehan, li îstasyonan û wesayîtên veguhestina komî da ji xetereya şewbê biparêzin."

Verastkirina mesaiya biqedeme ya li Îstanbulê

Waliyê Îstanbulê Alî Yerlîkaya diyar kir ku xwendekarên  pola 1emîn ên fermî û taybet, xwendekarên pêşdibistanê û herwiha xwendekarên  pola 1emîn û pêşdibistanê yên dibistanên taybet dê 21ê îlonê roja duşemê saet 09.30yê da dest bi dersan bikin û got ku ji hefteya duyemîn pê va jî dê xwendekar ji saet 09.30yî pê va dest bi dersê bikin.

Yerlîkaya di civîna ku li walîtiyê hat lidarxistin da der barê xebatên ku ji bo verastkirina mesaiya biqedeme hatin kirin û biryarên hatin hildan da agahî dan.

Yerlîkaya got ku "Ji bo hemû xebatên me armaceke me tenê heye ew jî di wextên qerebalixiyê da, hemşeriyên xwe li rawestgehan, li îstasyonan û wesayîtên veguhestina komî da ji xetereya şewbê biparêzin."

Yerlîkaya got ku "Ji bo ku qerebalixiya di saetên pîkê yên di veguhestina komî da kêm bikin em yek fikir in ku ne tenê ji bo sektora kamuyê tenê teqez di sektora taybet de jî gelekî feyde heye ku derbasî saetên mesaiyê yên biqedeme û xebata serbest bibin." û biryarên hatin hildan wiha rêz kirin: 

"Ji 28ê îlonê pê va cendirme, ewlehî û fermandariya ewlehiya peravan dê ji saet 07.00ê dest pê bike û biqedeme dest bi measiyê bike.

Xwendekarên me yên pola 1emîn ên fermî û taybet, xwendekarên me yên pêşdibistanê û herwiha xwendekarên me yên pola 1emîn û pêşdibistanê yên dibistanên me yên taybet dê 21ê îlonê roja duşemê saet 09.30yê da dest bi dersan bikin.

Şaredariyên me yên navçeyê û ya mezin dê di saet 08.00 û 16.30yê teşkîlata me ya tenduristiyê di 08.30 -16.30yê da hemû sazî û dezgehên kamuyê yên din dê di saet 09.00 - 16.30ê da dest bi mesaiyê bikin."

Waliyê Îstanbulê Yerlîkaya got ku "Hemû aliyên ku me fikrên wan jê pirsîn diyar kir ku derbasbûna mesaiya biqedeme gelekî hewce ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE