Verastkirina nû ya betlaneyê

Wezîr Selçuk: Betlaneya havînê dê 2 hefte kurt bibe...

Verastkirina nû ya betlaneyê

Betlaneyên dibistanan hatin verastkirin. Betlaneya havînê dê 2 hefte kurt bibe, lê belê dema betlaneyê kêm nebû. Xwendekar bi betlaneya 15 rojan re dê di mehên mijdar û nîsanê de jî bikevin betlaneyê. Derbarê verastkirina betlaneyê de Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk agahî parve kirin.

Wezîr Selçuk:Ji 13 hefte betlaneya havînê wê 2 hefte di mehên Nîsan û Mijdarê de bin. Plana betlaneya nû dê wisa be. Dibe ku betlaneyên di navberê de jî dîsa di nav salê de cih bigrin.Di betlaneyên navberê de ji bo kar û barên dibistanan baş bibin, mamoste wê nirxandinên xwe bikin.Di van betlaneyên navberê de wê mijarên me hebin, em dikarin bibêjin ku wê her betlaneyek xwedî mijarekê be. Di çarçoveya mijarên betalaneyên navberê de wê zanist, çand û spor hebin. Dîsa dibe ku hin geşt û ger, serdanên fuaran jî di van betlaneyan de bên kirin.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE