Verastkirina nû ya li ser leşkeriya biberdêl

Baqaya, qaçaxên muayeneyê û yên netespîtkirî wê karibin leşkeriya biberdêl bikin 

Verastkirina nû ya li ser leşkeriya biberdêl

Pêşniyaza ku ji bo qeçaxên hejmartinê û baqayayan derfeta leşkeriya biberdêl tîne hat ber meclisê. bi pêşniyazê ji bo kesên ku leşkeriya bidovîz temam nekirine jî ji bo carekê fersend hat dayîn. li aliyê din sînorê temenê sererkan jî ji nû ve tê diyarkirin.  

Cîgirserokê koma Ak Partiyê Mahir Ünal: Kesên baqaya yên nehatine muayeneyê  û heqê leşkeriya biberdêl bi dest nexistine wê bi verastkirina nû karibin ji vê xizmetê îstifade bikin.  

Pêşniyaza li ser efûya leşkeriya biberdêl pêşkêşî meclisê hat kirin. 

Tê payîn 550 hezar kes ji verastkirinê îstifade bike.  

Heqê leşkeriya biberdêl wê piştre bê ragihandin.  

Di pêşniyaza qanûnê ya 20 bendî ya AK Partiyê de ji bo leşkeriya bidovîz jî derfetên nû hene. 

Kesên ku ji ber hin sedeman heqê leşkeriya biberdêl bidest nexistine wê karibin bigihêjin vê îmkanê.  

Cîgirserokê koma Ak Partiyê Mahir Ünal: Di çarçoveya leşkeriya bidovîz de kesên ku pereyê hewce nerazandine yan jî ji ber ku 184 roj û zêdetir di nav welêt de mane û ji leşkeriya bidovîz îstifade nekirine wê şanseke nû bi dest bixin da ku xizmeta xwe ya leşkeriyê bînin cih.  

Cîgirserokê koma Ak Partiyê Mahir Ünal hûrgiliyên pêşniyazê parve kirin.  

Bi verastkirinê sînorê temenê sererkan jî ji nû ve tê diyarkirin.  

Cîgirserokê koma Ak Partiyê Mahir Ünal: Em hedê temenê sererkan dikin 72. Sal sal heta 72 salî wê karibe bê dirêjkirin.  

Li gorî pêşniyazê, leşkerên pispor ên ku ji ber operasyonan an jî wezîfeya derwelat nekarine tevlî azmûnê binefseriyê nebûne jî wê mafê azmûneke din bi dest bixin.  

Binefser jî êdî li şûna 9emîn derece û asta yekem di 9emîn derece û asta duyem de dest bi wezîfeyê bikin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE