Verastkirina YKS'ê ya ji ber koronayê

Ji bo ezmûna saziyên perwerdeya bilind 2 verastkirinên nû hatin kirin. puana berajê hat daxistin, dema ezmûnê hat dirêjkirin. her wiha hin guherînên din jî hatin kirin.

Verastkirina YKS'ê ya ji ber koronayê

YÖK: Puana berajê ya ketina zanîngehan ji 180yî daket 170yî

Ji bo ezmûna saziyên perwerdeya bilind 2 verastkirinên nû hatin kirin. puana berajê hat daxistin, dema ezmûnê hat dirêjkirin. her wiha hin guherînên din jî hatin kirin.

Puana berajê hat daxistin, dema ezmûnê hat dirêjkirin.

Ji bo ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind 2 guherînên girîng hatin kirin.

Serokê YÖK'ê Yekta Saraç li ser hisabê xwe yê medyaya civakî verastkirinên nû par ve kirin.

Yekta Saraç : "puana berajê ya ji bo tercihên beşên zanîngehan 180 ye. lê tenê ji bo îsal ev puan hat daxistin 170yî. bi vê biryarê tê texmînkirin ku îsal li gorî par nêzî 192 hezar xwendekarên nû bikevin beşên lîsansê."

Dema Testa Qabiliyetên Bingehîn jî hat dirêjkirin.

"par ji bo ezmûna TYT'ê ya saziya perwerdeya bilind 135 deqe hatibû dayîn. lê îsal 30 qede hat dirêjkirin û dema ezmûnê bû 165 deqe."

Tenê ev verastkirin çênebûn.

Serokê YÖK'ê Saraç eşkere kir ku dê ezmûn li gorî pêşniyazên Wezareta Tenduristî û Lijneya Zanistê, di çarçoveya şertên tevdîran de werin kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE