Li bajarê Dîlokê ku bi xwarinên xwe navdar e, di meha remezanê de û havînan ava sûsê jî gelek tê çêkirin û vexwarin. Ava sûsê him organîk e, bê zirar e him jî di hewaya germ de mirov hênik dike.
Ji bo çêkirina ava sûsê sebr û tehemmul hewce ye.
Koka meyanê bi saetan tê kelandin, parzûnkirin û dû re sar dibe.
Li gelek bajarên herêmê ava sûsê hêj tê çêkirin, him jî bi dezgehên berê tê çêkirin.
Di meha remezanê de û bi taybetî havînan ava sûsê gelek tê vexwarin.
“Zarokatiya min, li ser pişta min tuluxê şerbetê derbas bû. Min di dibistana pêşîn de dest bi firotina ava sûsê kir û 60 sal e em wek malbat vî karî dewam dikin. Ava sûsê mîdeyê rihet dike, pergala mehandinê dide xebatê, gurçikan paqij dike û her wekî din.”
Ava sûsê him organîk û bi tehm e, him jî mirov hênik dike.