Visa û Mastercardê operasyonên xwe yên li Rûsyayê rawestandin

Di daxuyaniya Visayê da hat diyarkirin, şîrket ji bo rawestandina hemû miemeleyên Visayê yên di rojên pêş me da dê digel mişterî û hevkarên xwe yên li Rûsyayê bixebite. 

Visa û Mastercardê operasyonên xwe yên li Rûsyayê rawestandin

Navend Amerîka şîrketên xizmeta fînansî Visa û Mastercardê ragihandin ku wan operasyonên xwe yên li Rûsyayê rawestandin.

Di daxuyaniya Visayê da hat diyarkirin, şîrket ji bo rawestandina hemû miemeleyên Visayê yên di rojên pêş me da dê digel mişterî û hevkarên xwe yên li Rûsyayê bixebite. 

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, gava pêvajo temam bû, êdî tu miemeleyeke ku bi kartên Visayê tên kirin dê li dervayî welêt nexebitin, kartên Visayê yên ku ji hêla saziyên fînansî yên li dervayî Rûsyayê hatine dayîn jî dê li Rûsyayê nexebitin.

Rêveberê Payebilind ê Visayê Al Kelly ku di daxuyaniyê da cih dan nêrînên wî, wiha got, "Piştî ku Rûsyayê belasebeb Ukrayna dagir kir û bûyerên nayên qebûlkirin rû dan, em neçar man ku têkevin tevgerê. Em xemgîn in ku ev yek dê bandorê li hevpîşeyên me yên biqîmet û her wiha mişterî, hevkar, bazirgan û yên xwedîkart ên ku em li Rûsyayê xizmetê didin wan bike. Divê em di çarçoveya nirxên xwe da bersivê bidin vê tehdîda domdar a dijî aştî û îstiqrarê."

Di daxuyaniya Mastercardê da jî hat destnîşankirin ku ji ber rewşa nediyar a aboriyê, wan biryar da sitand ku xizmetên xwe yên torê yên li Rûsyayê rawestînin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE