Vîrûsa Koronayê: Li Çînê hejmara miriyan derket 3 hezar û 44an

Di 24 saetên dawîn da li seranserê welêt ji ber şewba Kovîd-19ê 30 kes mirin û nexweşî bi 143 kesên nû geriya

Vîrûsa Koronayê: Li Çînê hejmara miriyan derket 3 hezar û 44an

Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) mirin derket 3 hezar û 44an.

 Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya welêt di 24 saetên dawîn da 30 kesên şewba Kovîd-19ê bi wan ra hebû can dan û ev şewb bi 143 kesên nû geriya.

Tevlî vê hejmara kesên li welêt ji ber şewbê mirin 2 jê li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê bi tevahî gihîşt 3 hezar û 44 kesan. Li seranserê Çînê şewba Kovîd-19ê kişiyaye 80 hezar û 552 kesan û ji wan jî rewşa 5 hezar û 737 kesan gelekî giran e.

Hejmara kesên guman heye ku şewb kişiyabe wan 482, kesên di bin muşahadeyê da ne daket 29 hezar û 896 kesan û heya niha 53 hezar û 726 kes jî piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê şandin malên wan.

Kovîd-19 cara ewil li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin, di demeke kin da li bajar û welatên din belav bûbû. Tirkiye jî di nav da gelek welatan welatiyên xwe yên ku li vî bajarê Çînê mehsûr mabûn, texliye kiribûn.

Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2020, 14:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE