"Vîrusa koronayê ya ji adarê vir da li dijî wê têkoşînê didin ji nû va zêde dibe"

Wezîr Koca: "Li Diyarbekir, Şirnak, Batman, Mardîn, Şanliurfa û Siirtê ji sedî 30yî heta ji sedî 70yî hejmar kêm bûn"

"Vîrusa koronayê ya ji adarê vir da li dijî wê têkoşînê didin ji nû va zêde dibe"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got, "Vîrusa koronayê ya ji adarê vir da li dijî wê têkoşînê didin ji nû va zêde dibe."

Wezîr Koca ji bo têkoşînê li herêmê bibîne û çareseriyan bibîne hat Vanê û li Walîtiya Vanê ji Waliyê Vanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Vanê Mehmet Emîn Bîlmez ra hevdîtin ku û der barê rewşa li bajêr da agahî sitand.

Koca paşê da xuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li Wana bi cotkarî, bazirganî û turîzmê va mezin dibe hewcedariya bi qada tenduristiyê jî zêde dibe.

Wezîr Koca di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li welêt hejmara pêketiyan zêde dibe, ew ê gavên xwe li gor vê biavêjin û wiha axivî: "Vîrusa koronayê ya ji adarê vir da li dijî wê têkoşînê didin ji nû va zêde dibe. Me dît ku li Diyarbekir, Şirnak, Batman, Mardin, Şanliurfa û Siirtê li gor çend hefte berê ji sedî 30yî heta ji sedî 70yî hejmara pêketiyan kêm bûn"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ku li Wanê hejmar zehf zêde bû ji ber vê jî wezaret bi taybetî lêkolînê dike û wiha pê da çû: "Di vê meneyê da ji navendên wezaret lêkolînê dike yek jî Wan e. Di van demên dawîn da bû yek ji bajarên ku herî zêde lê nexweş tên dîtin. Hejmara nexweşên li Wanê li gor meha dawîn hema bêje 2 qat zêde bû. Di hefteya dawîn da jî ji sedî 17 zêde bû."

Wezîrê Koca diyar kir ku li Wanê 3 hefte berê qerebalixiyekê dest pê kir û wiha got: "Li Wanê qerebalixiyeke ji 3 hefte berê dest pê kiriye heye. Di vê heyamê da me midaxeleyeke bi lez û çalak kir û îro hewl didin rewşê hildin bin kontrolê. Ez dikarim bêjim ku îro li saziyên me yên tenduristiyê pirsgirêk tune. Li Wanê 80 ekîbên me yên fîlyasyonê hebûn me hejmar derxist 128an."

Wezîrê  Fahrettîn Koca destnîşan kir ku Tirkiye di fîlyasyonê da çalak e dema fîlyasyonê ji 27 saetan daxist 16 saetan, dixwaze ku vê hê jî daxe û wiha axivî: "Ez her tim balê dikişînim. Em kesên bi temas çiqas zû tecrît bikin ew qasî di têkoşînê da bi ser bikevin. Ji welatên li dinyayê yên fîslayonê herî çalak û zêde dikin yek jî Tirkiye ye. Em vê heza xwe li Wanê derdixin qadê. Em ê çend roj şûnda encama vê jî bibînin. Emr çiqasî zêde bibe nexweşiya giran û mirin jî ewqasî zêde dibe. Li Wanê ji sedî 4,2yê serjimarê ji kesên ji 65 salî mezintir pêk tê. Mixabin ji sedî 15,6ê nexweşên me jî ji 65 saliyan mezin pêk tê. Yanê 4 qat ji rêjeya kalan zêdetir nexweşên me hene."

Koca diyar kir ku ji bo xebatan li herêmê bibînin, mijarên midaxeleyên acil lazim dikin çareser bikin hatin bajêr ew ê bi midûrên tenduristiya bajêr yên Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê, kordînatorên qadê û serhekîman ra civîna nirxandinê bikin û rewşa her çar bajaran û hewcedariyên wan binirxînin.

Wezîr Koca paşê derbasî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê bû, nexweşên dermankirina wan dewam dikin ziyaret kirin û bi welatiyan ra axivî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE