“wê di cotmeha 2019an de bên bicîkirin”

Akar: Bicîkirina pergala S-400ê wê di Cotmeha 2019an de dest pê bike

“wê di cotmeha 2019an de bên bicîkirin”

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar derbarê pergala parastina fuzeyan s-400ê de axivî û got: “wê di cotmeha 2019an de bê sazkirin.” Akar, derbarê teslîmkirina balafirên f-35ê de jî got: “ji bo teslîmatê tu pirsgirêk tuneye. Jixwe di hezîranê de 2 balafir hatin teslîmkirin

Akar: “Piştî ku bi Rûsyayê re peyman hat îmzekirin, pêvajo jî dest pê kir. Ji Cotmeha 2019an û şûnde wê bên montekirin. Em niha personelan dineqînin. Personelên ku hatin neqandin, wê li Rûsyayê ji bo vî karî bên perwerdekirin. Niha ji bo tespîtkirina cihê wan xebat tê kirin. Piştî wê jî em ê Sîstemê li wan deran bi cî bikin. Di mijara teslîmkirina F-35an de jî pirsgirêkek xuya nake. Jixwe di Hezîranê de 2 balafir hatin teslîmkirin. 4 pîlotên me jî çûn Emerîkayê û dest bi perwerdeyê kirin.

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2018, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE