"Wê gelek karsaz ji Pereyê Xebata Kin îstifade bikin"

"Wê gelek karsaz ji Pereyê Xebata Kin îstifade bikin"

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ji bona Pereyê Xebata Kin wiha got: "Ev yek ji bo ku di hemû beşan da zêdetir bi kêr bê, em ê di nav şert û mercên diyarkirî da derfetan pêşkêş bikin."

Selçuk li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Selçukê got ku li saziyên me yên li Tirkiyeyê yekoyeko guh didin rêgezên hijyen, mesafeyê û rêgeza 14an.

Selçukê diyar kir li tevahiya Tirkiyeyê 153 jê yên dewletê ji 400î zêdetir malên kal û pîran hene û got ku em rojane kontrol dikin.

Wezîra Malbat Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê got ku em hejmara doxtorên li malên kal û pîran zêdê dikin û wiha dewam kir: "Em ê di vê pêvajoyê da ji bona kal û pîran giraniyê bidin projeyên YADES û VEFAyê û bisepînin."

Selçukê der barê sendîqayên karsaz û karkeran da got ku hetanî ku ji wan daxwaz werin em ê hildana tevdîran bidomînin.

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Selçukê der barê Pereyê Xebata Kin da diyar kir ev yek ji bo ku di hemû beşan da zêdetir bi kêr bê wê di nav şert û mercên diyarkirî da derfetan pêşkêş bikin û wiha got: "Ji ber ku em ê şertên Pereyê Xebata Kin hêsan bikin gelek karsazê jê îstifade bikin. Em dema xebata telafiyê ji 2 mehan derdixin 4 mehan."

Selçukê got ku ji meha Nîsanê pê va em ê mehaniya herî kêm a teqawidan ji 1000 lireyî derxin 1500 lireyî.

Wezîra Malbat Xebat û Xizmetên Civakî Selçukê diyar kir para periyodîk a 1003 hezar weqfên piştevaniya civakî yên li Tirkiyeyê zêde kirine û got ku bi vî awayî piştevaniya didin kala û pîran jî zêde dibe.

Selçukê der barê belavkirina maske û kolonyayê da got ku di serî da wê ji Enqere û Stenbolê dest pê bike û paşê dibe ku proje bê berfirehkirin.

Wezîra Malbat Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê destnîşan kir wê li gor testa dahatê ya Weqfên Piştevanî û Alîkariya Civakî dike 2 milyar lire alîkariyê li hewcedaran belav bikin.

Selçukê ji bona alîkariya civakî ya 2 milyar lireyî got ku hedefa me ew e ku beriya dawiya adarê yan jî serê nîsanê vê belav bikin û wiha dewam kir: "Di pêvajoyê da heke şert û merc bi cih hatibin, em ê wan piçekî sist bikin û bi wê jî wê kreşên taybet bikaribin ji Pereyê Xebata Kin îstifade bikin."

Zehra Zumrut Selçukê xwest ji ber xetereya vîrusa koronayê bira welatî bi rêyên elektronîk serî li karên ÎŞKURê bixin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE