Wê li Rojhilatê berf bibare

Hewaya sar dê nîvê şevê bigihêje paytext Enqerê û roja Çarşemê wê berf bibare.

Wê li Rojhilatê berf bibare

Tesîra zivistanê li seranserê welêt tê hiskirin. Li devera çiyayê boluyê berfê heye. Li erzînganê, li derbasoka sakaltutanê ji ber berf û pûkê ajokaran zehmetî kişand. Li Enteb, Mereş û Semsûrê jî ji ber barana gij lehî rabû; kuçe û kolan bûn gol. Hewaya sar dê nîvê şevê bigihêje paytext Enqerê û roja Çarşemê wê berf bibare.

Li aliyekî berf li aliyekî berf û barana gij.

Li seranserê welêt şilî û şepelî û serma heye.

Li çiyayê Boluyê nîvê şevê baranê dest pê kir û dûv re berf barî.

Ji bo rê neyê girtin xebatkar bênavber xebitîn.

Tîmên trafîkê ajokaran hişyar dikin ku bê tekerên zivistanê dernekevin rê.

Ji ber pûkê wesayîd di rê de man, personelên rê bi wesayîdên kar rê vekirin û xwê kirin.

Li Mereşê jî ji ber barana gij lehî rabû.

Li navçeya Onîkîşubatê ava çem rabû. Xwendekarek ase ma.

Xwendekar ji aliyê mamosteyan hat xilaskirin.

Li Elbistanê jî çem di ser de çû. Li dibistanên nêzîkî çem wê rojekê perwerde neyê dayîn.

Li Osmaniyeyê jî ji ber bahozê hin konên li Fûara pirtûkan xira bûn.

Li Anamura Mersînê û li navçeya Kaşê ya Antalyayê jî zirar gihaşte serayan.

Li Fînîkeyê jî li baregeha masîvanan 2 şikef bin av bûn.

Li Zonguldak û Bartinê jî ba û bahoz hebû.

Pêlên ku heta 7 metroyan bilind bûn, gihaştin peravê.

Li Hatay û Semsûrê jî piştî barana gij rê di bin avê de man.

Avê da ser xanî û kargehan.

Li ser riya Semsûr û Meletiyê ji ber barana gij hezaz çêbû. Trafîk sekinî.

Piştî xebatan, rê ji aliyekî hate vekirin.

Li Sincika Semsûrê jî çem rabûn, pir di bin avê de man.

Hin riyên gundan ji ber lehiyê hatin girtin.

Meteorolojiyê ji bo ba û bahozaê herêma Serhedê hişyar kir.

Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexenê jî dê berf û baran hebe.

Li Wan, Bêdlîs, Mûş û Colemêrgê jî tê payîn cemed çêbe.

Li Enqerê jî danê êvarê germahiya hewayê ji nişka ve daket.

Berf dê roja Çarşemê nîvê şevê raweste.

Roja Pêncşemê jî dê car caran bibare.

Ji roja Înê û pê ve jî li seranserê welêt wê hewa germtir be.

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE