Wê mizgefta herî mezin a herêmê be

Projeya Mizgeft û Kulliyeya Diyarbekirê wê mİzgefta herî mezin a herêmê be...

Wê mizgefta herî mezin a herêmê be

Projeya Mizgeft û Kulliyeya Diyarbekirê dê wek navenda civakî jî xizmetê bide û 20 Hezar kes wê di carekî de dikaribin bi hev re nimêjê bikin.

Bi pêşniyaza Serok Recep Tayyip Erdoğan li bajarê pêxember û sihabeyan Diyarbekirê cara ewil kulliyeyek tê avakirin. Kulliyeya Diyarbekirê him dê bibe cihê îbadet û perwerdeya dîn, him jî dê wek navenda civakî xizmetê bide. Dema mezin li mizgeftê nimêja xwe bikin wê zarok jî karibin tê de bileyîzin.

Diyarbekir bi mizgeft, medrese û tirbeyên xwe ji bajarên herî guzîde yên îslamê ye.

Li bajarê qedîm gelek mizgeftên dîrokî hene, lê ev îbadetxaneya ku tê avakirin cuda ye.

Bi teklîfa Serok Recep Tayyip Erdogan xêrxwazên Diyarbekirê li ser 43 hezar metro çarçik erdî kulliyeyekê ava dikin.

Projeya îbadetxaneyê li gor mîmariya Mezopotamya û Selçukiyan tê sazkirin. Mizgefta mezin wê bi kevirên reş û spî were xemilandin.

Mizgeft wê li Tirkiyê bikeve nava camiyên herî mezin. Di hundir de 10 hezar, li hewşê 10 hezar bi tevahî wê 20 hezar kes di carekî de karibin bi hev re nimêjê bikin.

Kulliyeya 4 qatî ji xeynî îbadetê wek navenda civakî jî dê xizmetê bide.

Serokê Komeleya Mizgefta Navendê Mehmet İhsan Arslan di der heqê kulliyeyê da agahî da TRT Kurdi'yê...

Di binê avahîya kulliyê de; wê Mûzeya bajarê Amed’ê, pirtûkxane, eywana civînê, cîhê mirîşûştinê, morg, mala şînê, eywana pêşangehê, baxçeyê çayê, mala çivîkan, parka zarokan û parka wesaîtan jî hebe.

Kulliye bi 4 minare, 58 qube û bi mezinbûn û xweşiya xwe balê dikşîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE