Ji bo ku bêhna dîrokê ya bajêr winda nebe li seranserê Bitlisê xebatên restorasyonê tên kirin. Bi projeyeke nû niha jî wê xaniyên kevn ên Bitlisê bên temîrkirin.
Li Navenda Bitlisê xebatên restorasyonê bênavber devam dikin.
Wezareta Turîzmê û Şaredariya bajêr dest bi projeyeke nû kirin.
Li bajêrê qedîm, vêga jî wê xaniyên kevn ên Bilîsê li gorî eslê xwe werin temîrkirin.
Sûka bajêr bi projeyên berê hatibû restorekirin.
Ji bo taxên jorê jî proje hat çêkirin.
Bi saya projeyên restorasyonê bêhna dîrokê ya li Bitlisê wê qet jê neçe.
Çav li rê ne dema proje biqedin zêdetir turîst jî werin bajêr.
Bi vî awayî dê ekonomiya bajêr jî xurt bibe.