Ji aliyê Walîtiya Diyarbekîrê ve civîneke mezin hat lidarxistin. Di civînê de derdora 800 muxtarên devera Diyarbekirê bûn mêvanê walî. Di vê civînê de Walîyê Amedê Hasan Basrî Guzeloğlu û Şaredar Cumalî Atîlla axivîn û bal kişandin ser xizmetên ku li herêmê hatine kirin.
Ji aliyê Walîtîya Amedê ve bi muxtarên herêmê re civînek hat lidarxistin û derdora 800 muxtar beşdarî civînê bûn.
Pêşî Şaredarê Dîyarbekirê Cumalî Atîlla behsa xebat û xizmetên şaredarîyê kir, paşê jî Walî Hasan Basrî Güzeloğlu bangî muxtaran kir û bal kişand ser têkoşîna li dijî tiryakê û xizmetên dewletê yên ji bo herêmê.
Di civînê de behsa xizmetan hat kirin û muxtaran jî li walî û şaredarê Amedê guhdarî kirin.
Piştî civînê walî, şaredar û rayedarên bajêr bi muxtaran re xwarin xwarin û bi hev re wêne girtin.