Walî çû gundên li ser sînor

Waliyê Hakkariyê bi xelkê re civiya û guh da problemên wan

Walî çû gundên li ser sînor

Waliyê Colemêrgê Cüneyit Orhan Toprak çû serdana gundên li ser sînor. Walî û rayedaran li pırsgırêk û daxwazên gundiyan guhdarî kirin û bı xelkê re sohbet kir.

Waliyê Colemêrgê Cüneyit Orhan Toprak û rayedarên bi wî re çûn serdana gundên ser sînor ên wek Bezele, Nixavîla, Gûlka, Betkar û Bezenuyê.

Di serdanê de rayedar û gel hatin bal hev û derbarê pirsgirek û daxwazan de axivîn.

Walî Toprak, bal kişand ser hizûr û aramiya li herêmê.

Waliyê Hakkariyê Cüneyit Orhan Toprak got, ‘’Em qîmeta vê derê baş dizanin. Ev gundên me yên ser sînor gelek welatparêz in û gelekî ji dewleta xwe hez dikin. Li vê derê gelek bûyerên dilsoj pêk hatin. Di van 5 gundan de 45 şehîd hene. Belkî hê jê zêdetir xaziyên me hene. Lê hemd ji Xwedê re bi xêra dewleta me niha li herêmê û li vê derê aramî heye.”

Gundî ji vê serdanê gelek memnûn man.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE