Walîtiya Wanê diyar kir ku xeberên dibêjin di dawetan da gotina stranên Kurdî hatiye qedexekirin bêbingeh in.
Di daxuyaniya Walîtiyê ya nivîskî da hat destnîşankirin ku di hin weşanên çapemeniyê û medyaya civakî da tê gotin ku di dawetan da gotina stranên Kurdî hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Kesên ku xeberên wiha diweşînin û belav dikin ji hizûr û ewlehiya hatiye pêkanîn aciz in. Ne ji bo Kurdî ne ji bo zarava û devokeke din qedexeya stranan tune. Di dawetên ku Waliyê me beşdar dibe da jî bi ziman, devok û zaravayên din stran tên gotin û govend tê girtin. Ji ber vê wekî ku hetanî îro dewam kiriye ji ro şûnda jî gelê me ew ê bi dilrihetî dawetên xwe bikin. Welatiyên me ew ê guh nedin xeberên wiha bêbingeh û niyetxirab."