Waliyê Denizliyê Hasan Karahan destnîşan kir li Acipayama navçeya Denizliyê bi lerza 5,5an erdhej çêbû û got ku gorî agahiyên ewil kes nemir û birîndar nebû.
Karahanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir erdhej di saet 09.34an da çêbû û ekîbên AFADê dest bi xebatan kirine û wiha got: "Gorî agahiyên ewil kes nemiriye. Li gundê Yeşîldereya nêzî navenda erdhejê ye dîwarê çend avahiyan derizîne. Xenat dewam dikirn."
Wek mayîn erdhej li tevahiya Herêma Egeyê û bajarên Marmaraya Başûr hat hîskirin.AA