Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, Dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Tevlî walî, xanima xwe Zelîha Su, Midûrê Ewlehiya Bajêr Huseyîn Aşkin û Fermandarê Cendirme yê Bajêr Tuxgeneral Gokhan Çîloglu hatin bal dayikên Diyarbekirê ku çavê wan li rêya ewladên wan e.

Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, Dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, Dayikên Diyarbekirê ji bo ewladên xwe li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê di nobetê da ne, ziyaret kir.

Tevlî walî, xanima xwe Zelîha Su, Midûrê Ewlehiya Bajêr Huseyîn Aşkin û Fermandarê Cendirme yê Bajêr Tuxgeneral Gokhan Çîloglu hatin bal dayikên Diyarbekirê ku çavê wan li rêya ewladên wan e.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê û HDPyê wek berpirs dibînin, ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin. Walî Su jî di serdana xwe da qerenfîl da malbatên di nobetê da ne.

Malbatan ji Walî Sû ra qala ewladên xwe yên çawa hatine xapandin kirin û bertek nîşanî HDP û PKKya rêxistina terorê dan.

Waliyê Diyarbekirê Su jî daxuyanî da rojnamegeran û got ku tevlî xanima xwe ew hatin serdana dayikên Diyarbekirê.

Walî bi bîr xist ku ev dê û bav 991 roj e çalakiya xwe didomînin û wiha pê da çû: "Ew ewladên xwe yên ji alî rêxistina terorê ya cudaxwaz û hevkarên wê va hatine xapandin û bi darê zorê birine serê çiyê dixwazin. Em li cem dê û bavan in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE