Waliyê Hakkariyê çû serdana Navenda Perwerdeya Gel

12 hezar kes ji kursan îstifade dikin...

Waliyê Hakkariyê çû serdana Navenda Perwerdeya Gel

Navendên Perwerdeya Gel, li çar aliyê welêt ji gel re him dibin cihê hînbûna pîşeyan, him jî fêrbûna hunerê... Li colemergê jî heta niha 12 hezar welatîyan ji van kursan feyde dît. Walî idris akbiyik jî çû serdana navenda perwerdeya gel…

Hin ji wan dixwazin hînî zineatekî bibin…

Hin jî dixwazin wextên xwe bi hunerê derbas bikin…

Li Colemergê kursên dirûn, neqş, honandina xalîçeyan, resm û hunerên destkariyê bala welatiyan dikşînin.

Heta niha 12 hezar Colemergî tevli kursên Navenda Perwerdeya Gel bûn û jê sûd wergirtin.

Walî ji bo van kursan di cih de bibîne çû serdana Navendê.

Rêvebir dixwazin bi van kursan taybetî jî kebaniyên malê tevli civakê bibin.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE