Waliyê Muşê hişyarî da ajokaran

Waliyê Muşê çakûc rakir û reflektor bi traktoran vekir.

Waliyê Muşê hişyarî da ajokaran

Ji bo qeza çênebin şîret li ajokaran kirin, rêzikên trafîkê bi bîra wan xistin. Herî dawî jî çakûc rakir û reflektor bi traktoran ve danîn. Waliyê Mûşê ji bo qeza çênebin kampanya da destpêkirin.

Li welêt her sal bi hezaran mirov ji ber qezayan can dide.

Ji bo qeza çênebin jî her tim tevdîr û kampanyayên nû tên çêkirin.

Li Mûşê jî Walîtiyê dest bi kampanyayekê kir. Walîyê Mûşê İlker Gündüzöz derket kontrolan.

Waliyê Mûşê Doç. Dr. İlker Gündüzöz got ‘’Em bi ekîbên cendirme û ewlekariyê re dest bi kampanyayê dikin. Li Mûşê çandinî tê kirin û makîneyên ku dertên ser rê divê li gorî rê û rêbazan bin. Ji bo vê jî em dest bi vê kampanyayê dikin’’.

Walî Gündüzöz bi ekîbên trafîkê re hişyarî û şîret dan ajokaran, rêzik bi bîra wan xistin û reflektor bi traktoran ve kirin.

Bi tevdîran çav li rê ne ku beriya Cejna Qurbanê qezayên trafîkê kêm bibin.

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 11:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE