Waliyê nû yê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik hefta borî dest bi wezîfeyê kir. Ew vê heftê çû nav gel; him yek bi yek xizmetên şaredariya qeyum kontrol kirin, him jî bi zarokan re eleqedar bû…
Park, baxçe, qadên sporê, cihên lîstik û xwendinê, inşeatên nû…
Waliyê nû yê Colemergê İdris Akbıyık çû nav gel û xebatên şaredariya qeyum kontrol kirin.
Bi zarokan re eleqedar bû, bi ciwanan re sohbet kir û bi esnafan re xeber da…
Walî İdris Akbıyık hefta borî dest bi kar kiribû. Wî xwest beriya dest bi xebatan bike, bi gel re bipeyîve û daxwazên wan hîn bibe.