Waliyê Rihayê Erîn daxwazên gelê Resûleynê guhdar kir

Waliyê Rihayê Abdullah Erin bi niştecihên Resûleyna navçeya Sûriyeyê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqijkirin ra hat bal hev.

Waliyê Rihayê Erîn daxwazên gelê Resûleynê guhdar kir

Waliyê Rihayê Abdullah Erin bi niştecihên Resûleyna navçeya Sûriyeyê ya ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqijkirin ra hat bal hev.

Li gor daxuyaniya walîtiyê Walî Erîn ji bo ku di cî da xebatên ku li dervayî sînor tên kirin bişopîne nimêja înê bi Sûriyeyiyên wir ra kir.

Erîn piştî nimêjê bi Sûriyeyiyan ra hat bal hev û daxwazên wan guhdar kir. Erîn di daxuyaniya xwe ya wir da diyar kir ku armanca esil a Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê kir ew r ku herêmê ji dagiriya rêxistinên terorê xilas bike û aramî û ewlehiya welatiyên wir dijîn pêk bîne, ev armanc bi piştgiriya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di demek kurt da pêk hat.

Erîn da zanîn ku Tirkiye her dem ligel yekîtiya axa Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê cî digire û wiha axivî: "Xwedê rehma xwe li eskerên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên ji bo ku gelê Sûriyeyê li ser axa xwe bi azadane bijî, ji tehde û zilma rêxistina terorê dûr bisekine canê xwe feda kirin bike." 

Walî Erîn paşê personela di wesayîta xizmeta mobîl a Nexweşxaneya Dunya Gozê ya ku li baxçeya Nexweşxaneya Resûleynê kontrola çavan dike ziyaret kir.

Erîn temamiya rojê li navçeyê derbas kir, piştî lêkolînên xwe ji bajêr vegeriya.

Dîroka nûkirinê: 14 Kanûn 2019, 14:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE