Waliyê Vanê Bîlmez ji bo wêneyê Gola Vanê di pêşbirka NASAyê da bibe yekemîn piştgirî xwest

Waliyê Vanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez: "Ez bangî hemû welatiyên me û hemşehriyên me dikim ku ji bo Gola Vanê bibe yekemîn ew dengê xwe bidin."

Waliyê Vanê Bîlmez ji bo wêneyê Gola Vanê di pêşbirka NASAyê da bibe yekemîn piştgirî xwest

Waliyê Vanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez ji bo wêneyê Gola Vanê yê di pêşbirka "Turnuwaya Dinyayê" ya Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) da ji bo fînalê maye piştgirî xwest.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin di pêşbirka NASAyê da 32 wêne hatin eşkerekirin, lê herî dawîn du wêne ji bo fînalê man ku yek wêneyê Gola Vanê yê ku Astronot Kate Rubinsê di 12ê Îlona 2016an da ji fezayê kişandiye û ya din jî wêneyê stêrkên li ser Parzemîna Amerîkayê ne ku Astronot Don Pettît di 2012yan da kişandiye.

Walî Bîlmez got wêneyê Gola Vanê ji bo fînalê maye ku ev him ji bo herêmê û him jî ji bo welêt pir girîng e.

Bîlmez anî ziman herdu wêneyên ji bo fînalê mane jî xweş in, lê wêneyê Gola Vanê nîşan dide ku gol çiqas biefsûn e û wiha axivî: "Heke Gola Vanê bibe yekemîn ji bo nasandina herêma me û welatê me wê gelekî baş be. Gola Vanê bi rastî jî nirxeke biqîmet e ku divê xwedî lê derkevin. Înşallah ji bo bala Gola Vanê bê kişandin, welatiyên me xwedî lê derkevin, qirêj nekin û wiha hêşîn teslîmî nifşên dahatûyê bê kirin ev bibe wesîle. Ez bawerd dikim feydeya wê bigîhîje turîzmê jî. Ez bangî hemû welatiyên me û hemşehriyên me dikim ku ji bo Gola Vanê bibe yekemîn ew dengê xwe bidin.",

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE