Waliyê Hekariyê Toprak çû dîtina gundên li sînorê Îranê

Waliyê Hekariyê Cuneyît Orhan Toprak li navçeya Şemdinliyê çû gund û gomên li sînorê Îranê û guhê xwe da daxwazên welatiyan.

Waliyê Hekariyê Toprak çû dîtina gundên li sînorê Îranê

Waliyê Hekariyê Cuneyît Orhan Toprak li navçeya Şemdinliyê çû gund û gomên li sînorê Îranê û guhê xwe da daxwazên welatiyan.

Walî Toprark ewil çû gundê Korganê û li vê derê ji aliyê gundiyan û Hakki Toreyê parlamenterê Hekariyê yê berê va hat pêşwazîkirin.

Walî Toprak li vê derê bêhnekê bi gundiyan re sohbet kir û piştra derbasî gundê Çatalcayê bû û ji wir jî çû gomên Guvenlîk, Erdemlî û Soguksuyê ziyaret kir.

Mixtarê gundê Çatalcayê Azîzhan Çelîkbaş ji ber ziyaretê spasiya Walî Toprak û lijneya ligel wî kir û wiha peyivî:

"Ev 50-60 sal e em li vî gundî ne û cara ewil e ku waliyek tê serdane me. Em gelekî kêfxweş bûn. Xwedî ji wî razî be. Piştî baregehên li vê derê hatin çêkirin, gundê me bihizûrtir bû. Em spasiya wan dikin."

Di ziyaretê da ji bilî Walî Cuneyît Orhan Toprak, Metîn Tokelê Fermandarê Tumena 3yan a Yuksekovayê, Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Yuksekovayê Mahmut Kaşikçi, Qaymeqamê Şemzînanê Muhammet Fuat Turkman, Fermandarê Tuxaya Hidûd ya 34emîn a Şemdînliyê Tuxgeneral Rafet Kiliç, Fermandarê Cendirmeyên Bajêr Nurî Ozturk û Midûrê Ewlehiya Bajêr Suleyman Suvat Dîlberoglu jî beşdarî gerê bûn.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2018, 15:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE