Walîtiya Diyarbekirê der barê dîmenên şikbarê ku polês Arslan şehîd kiribû da daxuyanî da

Walîtiya Diyarbekirê der barê şikbar M.C.E. yê ku ji ber kuştina polês Atakan Arslan hat girtin û hin dîmenên wî li ser medyaya civakî hatin parvekirin da daxuyanî da.

Walîtiya Diyarbekirê der barê dîmenên şikbarê ku polês Arslan şehîd kiribû da daxuyanî da

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin li ser medyaya civakî û hin malperan dîmenên şikbar M.C.E. yê ku di 30yê Gulanê da polês Atakan Arslan şehîd kir û ji ber vê hat girtin, hatin belav kirin ku der barê vê mijarê da hewcedarî bi daxuyaniyê çêbû.

Hat gotin fail M.E.C dema hat girtin destê wî li pêşiya wî hatin kelepçekirin û polêsan wî sîwarî wesayîta ekîban kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin dema wî di wesayîtê da ji devê xwe cilêt derxist, êrîşî polêsan kir û gef li wan xwar polêsan jî mudaxaleya wî kir.

Ji bo cil û bergên şikbar ên li ser wî hatine şiqitandin jî Walîtiyê wiha got: "Dema lêgerîneke berfireh hat kirin, şikbar li ber xwe da, cil û bergên wî hatin derxistin û di binê lastîka kirasê wî da cileteke din jî hat dîtin. Hemû kar û barên hatin kirin û cilêtên ji bo lêkolîna edlî bên kirin hatin parastin di belgeya girtinê da hatine nivîsandin. Dîmenên li ser medyaya civakî hatine parvekirin dema li ser û guhê wî lêgerîn dihat kirin hatine kişandin. Der barê mijarê da tehqîqata îdarî piştî tesbîtkirinê heman hat destpêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE