Hat tespîtkirin teqîna li Silopiya navçeya Şirnexê ya ku bû sedema mirina 4 karkeran êrîşa terorê ye.
Walîtiya Şirnexê daxuyand ku dema ji bajaroka Gorumluyê ber bi Çiyayê Cudiyê va xebatên çêkirina rê dewam dikir li taxa Girê Kurtikê terorîstên PKKyî teqemeniya ku berê li ser rê bicih kiribûn teqandin.
Hat gotin dema wesayîya karkeran derbas bû teqîn çêbû û Emîn Eroglu, Hacî Atîlla, Nesîm Beştaş û Osman Tuncayên li ser navçeya Guçlukonukê qeydkirî yên di wesayîta bûn mirin.AA